Rêxistinên civaka sivlî: Hemû alî berpirsyarên serkeftin û şikestinanin

KDP.info- Hewlêr- Bi amadebûna nûnerên çendîn rêxistinên civaka sivlî, li hola Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de hat belavkirin.
Di daxuyaniya rêxistinên civaka sivlî hatiye “Herêma Kurdistanê ji her demeke din bêhti pêwîstiya wê bi alîkariya takên civakê heye. şerê li dijî terorê, biryarên yekalî yên hikûmeta Iraqê, hebûna nêzîk 2 milyon penbar û derbider ji Sûriyê û Iraqê ne derencama siyaseta hikûmeta herêm (kurdistanê) ye,lê belê ji encama parêzgarîkirin li destkeftên gelê me û parastina axa Kuttrdistanê û bawerî bi parvekirina desthilatê li Iraqa federal û mala gelê kurd bo her kese û miletekî lêqewimî, ku berê xwe bidêyê, mêvanxane ye.”
Di daxuyaniykê de hatiye nivîsandin jî ku “Niha em hest bi metirsiyekê derbarê têkçûna yekrêziya nav mala kurd de dikin, bi sedema wan arîşeyan, bi taybetî pirsa destûr û Serokatiya Herêma Kurdistanê, lewma wm bi pêwîst dizanin û rastî jî her wiha ye, ji ber ku hikûmeta Kurdistanê bingeh fereh e, hemû serkeftin û şikestinek ya tevaya aliyan e û di ber de berpirsyarin, ew jî li gor astê beşdarîkirina wan di hikûmetê de.”
Rêxistinên civaka sivlî lihevkirina aliyên siyasî take çareserî bi pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê dibînin û wiha di daxuyaniya xwe de didomînin “Pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûrê yasayî ne, lê di heman demê de siyasî ne, lewma pêwîste ev babet li ser astê kesên yekem ên aliyên siyasî yekalî bibin.”
Derbarê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, daxuyanî wiha diyar dike “Li ser arîşeya firotina petrolê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êdî sebra xelkê nemaye, lewma divê demeke dawî ji bo çareserkirinê bê danîn, yan jî biryar bê dayîn ku herêm petrola xwe bifroşe.”




