26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê Pêşmergeyan ziyanên mezin gihandin DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Kerkûk- Polîsê bajarok û gundewarên Kerkûkê ragehand ku, çekdarên DAIŞê li ser destê Pêşmergeyan hatin şikandin, çend gumanbar jç li gundekî hatin girtin.
Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên KerkûkêEmîd Serhed Qadir di daxuyaniyekê de ji KDP.ifo re ragehand ku, şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî 4 gundan kirin, êrîşa herî mezin jî li ser gundê Mura Mezin bû, lê Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya firokeyên hevpeymanan karî çekdarên DAIŞê ji wî gundî derbikin û ziyanên mezin jî bigehînin wan.
Qadir da zanîn ku, ji encama derbeya Pêşmergeyan “hejmareke zêde ji çekdaran hatin kuştin. lê heta niha amar bi hûrî nediyare.”
Navborî aşkere kir jî ku “zanyarî di dest me de hebûn ku çekdarên DAIŞê li qundê Qeretepe dixwestin bi rêy şanên xwe yên nivistî kiryarên terorîstî encam bidin, lê me wek polîs karî 6 kesan li wî gundî bigrin, ku gumana alîkarîkirina çekdarên DAIŞê li ser wan hebû.

Nûçeyên têkildar