Kemal Kerkûkî: Ti gundên kurdan li eniya me di destê DAIŞê de nemane

Kerkûk-KDP.info- Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku DAIŞ ne tenê hêzeke terorîstî ye, lê belê dewleteke terorîstî ye, ku hejmarek zêde ji çek û teqemenî û cibexane di destê wan de ne û nabe em bi çavekî bi çûk li wan binerin. Pêwîst e em berdewam di rewşa amadebaşiyê de ne û berdewam amade bin. Kerkûkî tekez kir ku li eniya wan ti gundên kurdan di destê DAIŞê de nemane.
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û Qeza Dûbiz, Dr. Kermal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ ne tenê hêzeke terorîstî ye, lê belê dewleteke terorîstî ye, ku hejmarek zêde ji çek û teqemenî û cibexane di destê wan de ne, ku çekên artêşên 2 welatan ketine destê wan de û nabe em bi çavekî bi çûk li wan binerin. Pêwîst e em berdewam di rewşa amadebaşiyê de ne û berdewam amade bin, herwiha bi tundî lê bidin û wê ji Kurdistanê dûr bikin.”
Dr. Kermal Kerkûkî wiha got: “Li eniya me tişta ku ji destê DAIŞê hatibe kiriye, lê me ew di hemû êrişên wê de ew şikandiye û bera wan daye û gellek çekdarên wê kuştine, gellek dîlên wan jî ketine destê me de. Me navçe ji wan paqij kiriye. Li eniya me gundên kurdan di destê DAIŞê de nemane.”
Hefteya borî çekdarên DAIŞê êrişî Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bersiva wan dan û êrişa wan têk birin. Wan terorsîtan gellek ziyanên canî û madî danîn.
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û Qeza Dûbiz, Dr. Kermal Kerkûkî raagihand: “Em xelkê Kurdistanê û Kerkûkê piştrast dikin ku terorîstên DAIŞê li ser axa Kurdistanê namînin û emê hemû gundên ku têkelî ereb û kurd in ji destê DAIŞê derxînin û Kurdistanê dê bi xoragiriya Hêzên Pêşmerge aramtir bibe.”




