26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêmin Hewramî: PDKê pirsa kurd bi awazekî kurdatî birêve dibe

Çavkanî: KDP.info

Ewropa-KDP.info- Di berdewamiya serdana şanda PDKê bo Ewropayê û pêkanîna gotûbêjên deplomatîk, Hêmin Hewramî ji amadebûyan re şirove kir ku, PDKê bi tenê pirsa kurd bi awazekî kurdatî birêve dibe.

Di çarçoveya wê serdana xwe ya diplomatic de, şanda PDKê bi serokatiya Hêmin Hewramî di yekem roja gihîştina xwe de bo Berlînê, Berpirsê Bilind ê Konrad serdana baregeha liqa 6 kir û di wê rûniştinê de wek rêxistina bernameya kar çend rojên paşeroja Berlînê ji aliyê Partiya desthilatdar a Almaniyayê CDU hat behskirin.

Roja 2ê meha 7an li bajarê Berlînê şanda PDKê ligel Damezraweya Almanya bo lêkolînên navdewletî û asayişê civiya herwiha heman şanda PDKê ligel 4 parlamanterên Almanyayê ku di komîteya siyaseta Derve de bûn, civiya.

Herwiha roja 3ê meha 7ê şanda PDKê ligel endamê komîteya siyaseta navdewletî civiya û herwiha di civîneke din de ligel sernivîserê înternaşyonal poletîk di encumena Almanya bo pêwendiyên derve civiya. Di wan hevdîtinan de şanda PDKê behsa referandûmê û egerên li pêşiya Herêma Kurdistanê û mafên rewşa ên Kurdistanê kirin. Di wan civînan de, Hêmin Hewramî ji amadebûyan re şirove kir ku, PDKê bi tenê pirsa kurd bi awazekî kurdatî birêve dibe.

Nûçeyên têkildar