26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Partiya Sosyalîst tekez li ser sazanê kirin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Di berdewamiya civînên xwe yên ligel partî û aliyên siyasî li Bajarê Silêmaniyê, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi Partiya Sosyalîst Demokrat a Kuridstanê (PSDK) re civiya. Di wê civînê de herdu aliyan tekez li ser sazanê û lihvkirina niştimanî kirin.

Îro li Silêmanî, şanda PDKê bi şanda PSDKê bi serokatiya Heme Hacî Mehmûd re civiya.

Di wê civînê de, rewşa Herêma Kurdistanê û ew arîşeyên ku li ser çend mijarên girîng mîna Destûra Kurdistanê û qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. Di vê mijarê de herdu alî li ser wê yekê yek nêrîn bûn ku pêwîst e pirsgirêk bi rêya sazan û gotûbêjan çareser bibin.

Her di vê civînê de behsa rewşa siyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê hat kirin û di vê barê de rola Mihemed Hacî Mehmûd hem di çeperên şerê terorîstên DAIŞê de û hem başkirina rewşa siyasî yan navxwe li Herêma Kurdistanê û jihevnêzîkbûna aliyên siyasî bilind hat nirxandin.

Îro şanda PDKê li bajarê Silêmaniyê ligel her yek ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re civiyabû.

PDKê duh jî li bajarê Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kiribû û bi serkirdatiya wê re civiyabû û bi wan re derbarê arîşeya Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Kurdistanê re gotûbêj kiribû.

Nûçeyên têkildar