26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda PDK ligel YNK, Goran û Sosialst dicive

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Silêmanî- Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê ye, niha jî di civînê de ye ligel Yekkîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Şanda bi serokatiya Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî ye, piştî civîna YNK jî dê ligel Tevgera Goranê û Partiya Sosialist bicive.
Derbarê naveroka civînan de, endamekî serkirdayetiya PDK îro Yekşemê ji KDP.info re got: “Di civînan de wê behsa rewşa niha, pirsa serokatiya herêmê û nivîsîna destûrê bê kirin. Bguman em dê ligel YNK jî çendîn babetên din gotûbêj bikin, ji ber ku ev çendîn salin ku em bi hev re kardikin.”
Duh Şemiyê jî, heman şanda PDK serdana polîtbîroya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kiribû û ligel serkirdeyên wê civiyabû.
Şanda PDK ji her yek ji Cîgirê Serok Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtbîroyê Fadil Mîranî û endamên serkirdayetiyê Azad Berwarî, Dr.Roj Nûrî Şawês, Rêbwar Yelda û Dilşad Şehab, pêk tê.

Nûçeyên têkildar