26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi sedema bilindbûna pileyên germahiyê li Iraqê, zarok rastî mirinê tên

Çavkanî: KDP.info

(K24) Komisyona Bilind a Serbixwe ya Mafê Mirovan li Iraqê ragehand ku, bilindbûna pileyên germahiyê û nebûna alavên sarkirinê  bûne sedema mirina zarokên penaber di nava kampan de.
Endama komisyonê  Selama Elxefacî di konferensekî rojnamevaniyê de diyar kir ku bilindbûna pileyên germahiyê li Bexda  dihêle ku zarok rastî mirinê bibin bi taybet li kampa Kerfaniyê ku kerevaneyên ku tide dijîn pileya germahiyê bilindike.
Xefacî da zanîn ku Wezareta Koç û koçberan hinek alavên sarkirinê li ser penaberan ve belavkirne lê gelek ji wan malbatan bê par mane nemaze yên ku li derveyî kampan dijîn û ev yeke dibe sedem ku rewşa mirinê di nav zarokên temen piçûk de zêde bibe.
Evîn Şikakî

Nûçeyên têkildar