Kurdan berbijêrê xwe bo posta serokerkanê Iraqê diyarkirin

KDP.info-Bexda- Biryarderê komîteya berevanî û asayişê li Parlementoya Iraqê diyar kir ku, kurdan berbijêrê xwe bo posta serokerkanê Iraqê diyarkiriye, niha jî çaverêyî fermana hikûmeta Iraqê ne.
Şaxewan Ebdulla ji KDP.info re ragehdan ku, piştî ku serokerkanê berê hat xanenişînkirin, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês navê kesê ku dê cihî wî bigire (ew jî Enwer Heme emîn e) di nivîsekê de arasteyî encûmena wezîran kiriye, niha jî çaverêyî derkirina biryarê ne.
Şaxewan Ebdulla tekez kir ku, posta serokerkanê Iraqê ji mafê kurdane û pêwîste hikûmeta Iraqê pêbendî bijardeya kurdan be “eger na, em ê ji warê leşkerî vekêşin.”
Ev yek di demekê de ku, beriya çend rojan ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryara xanenişînkirina Babekir Zêbarî dabû, piştî ku navborî bixwe xwestibû ku ji kar were efûkirin.




