Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkariya 5 hezar malbat dike

KDP.info-Hewlêr- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi rêya ofîsên xwe li hemû kampên penaberan li Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam alîkariya penaberan dike, ligel hatina meha Remexzanê jî, alîkariyan li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê parve dike.
Di vê derbarê de Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi alîkariy Heyva Sor a Îmaratî, hezar û 300 pakêt xwarin bi ser malbatê ereb li Ozal Sîtî ya ser bi Hewlêrê ve parvekir.
Li nahiyeya Dîbege jî alîkarî bi ser 420 malbatên kurd dabeşkirin.
Herwiha li kampa Berdereşê jî, dezgehê û Heyva Sor a Îmaratî 2 hezar û 500 bakêtên xwarinê biser hezar malbatî belavkir.
Li kampa Akirê ya taybet bi kurdên Rojavayê Kurdistanê, alîkarî bi ser xorak û pêwîstiyên zarokan biser 2 hezar û 233 malbatan dabeşkir.




