Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî rewşa penaberan gihande civaka navdewletî

KDP.info-Cenêv- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî raporek derbarê jiyan û rewşa penaber û derbiderên li Herêma Kurdistanê gihande dezgehên navdewletî.
Di her 3 rojên destpêkê ji vê meha Tîrmehê, şandek ji Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi serokatiya cîgirê serokê dezgehê Mûsa Ehmed û endamtiya berpirsê peywendiyan Karzan Nûrî li ser vexwendindeke fermî beşdarî konferensa şêwirî ya salana ya komisyona penaberên cîhanêya ser bi NY ve li Cenêvê kirin.
Di konferensê de 170 rêxistinên navdewletî amade bûn, Mûsa Ehmed jî raporek derbarê jiyana penaber û derbideran li Herêma Kurdistanê pêşkeş kir.
Şanda dezgehê çendîn civînê taybet pêkanîn û rewşa siyasî û ewlehî ya nihali Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel çendîn aliyên navdewletî gotûbêj kirin.
Ji bilî pirsa rewşa penaberan, Ehmed di raporê de amaje bi komkujiya ku derheqê kurdên êzdî de hatiye kirin, kirbû.
Herwiha amaje bi rewşa Kobanê û bêdengiya civaka mirovî.
Di konferensê de, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî ligel çendîn berpirsên NY û nûnerên dezgehên cîhanî hevdîtin pêkanîn.




