26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dizeyî: Şandina petrolê bi rêya SOMO berdewam e

Çavkanî: KDP.info

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, şandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kompaniyaya SOMO berdewame “lê di meha 6an de, me rêjeyeke kêmtir şandiye.”
Di daxuyaniyekê de bo KDP.info, Sefîn Dizeyî derbarê sedema kêmkirina rêjeya şandina petrolê bi rêya SOMO de got: “Ji ber ku her çiqas me petrola zêdetir bi rêya SOMO dişand, Bexda pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê kêmtir dişand, lewma di meha 6an de me kêmtir sand.”
Dizeyî da zanîn jî ku, niha Herêma Kurdistanê amade ye careke din ligel Bexdayê rêkeftinekê îmze bike.
Derbarê wê rêkeftinê de Dizeyî got: “Dê rêkeftin ligor rewşa nû be, ji ber ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bû yasa di budceya 2015an de, lê Bexdayê ew yasa binpê kir, bi binpêkirin wê yasayê jî, aliyln din jî dikare cîbicîneke.”

Nûçeyên têkildar