26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Bi serxwebûn û pirçekirina Pêşmergeyan, DAIŞê têkdiçe

Çavkanî: KDP.info

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani diyar dike ku, bi serxwebûna Kurdistanê û pirçekirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê “rîxistina DAIŞ a terrorist jianv dice.”
Di hevpeyvînekê de li gel malpera Al Monitor, Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ragehand ku ”Projeya Iraqek yekgirtî êdî ne gengez e û dem hatiye cîhan bizane ku divê pêdaçûna ser sîstemek şkestxwarî bê kirin.”
Barzanî diyar kir ku dubare kirina heman xeletiyê heman encamî derdixe û amajeya dariştin û hewldana xaka yekgirtî ya Iraqê dike.
Mesrûr Barzanî got ku Irak di vê rewşê de ûye sê perçe, perçeyek di bin kontrola DAIŞ’ê de ye lê Kurd ti caran DAIŞê weke hebsînor an jî cîran qebûl nakin û divê ev rêxistin bê têkbirin.
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ragehand ku hêviyek zêdetir ji Tirkiyê hebû, Tirkye weke endamekê NATO divêya weke welatên hevpeyman zêdetir alîkarî bo rûbirûbûna tekoşîna li dijî DAIŞ’ê bikira.
Barzanî amaje bo berteka Tirkiyê ya li hember damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdî jî kir û got: Divê Tirkiye zêdetir ji hebûna DAIŞ’ê bitirse, ne damezrandina dewleta Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî behsa hebûna PKKê ya li Qendîlê û Pêvajoya Çareseriyê jî kir û got ku ji bo pêvajo bigehe armanca xwe divê PKK ji Qendîlê derbikeve.
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê herwiha behsa hejmara şehîd û qurbaniyên Pêşmerge yên şerê DAIŞ’ê jî kir û da zanîn ku heta niha hezar 280 Pêşmerge şehid bûne û 7 hezar Pêşmerge jî birîndar bûne.
Derbarê bidawî anîna rêxsitina DAIŞ’ê jî Barzanî wiha pêşbînî kir ku di Kurdistaneke Serbixwe de hukûmeta Kurdî dikare çekên pêwîst bikire û bi tekoşînê dawî li vê rêxistinê bîne.

Nûçeyên têkildar