26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kursiyê serokomar li hember serokatiya Kurdistanê ye..Em ligel miletê xwe ne li perçeyên din

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku, tişta li Parlamentoyê Kurdistanê roja 23ê Hezîranê çêbû, binpêkirina sozan bû. Herwiha da zanîn ku, rêkeftinek di navbera PDK û YNKê de heye ku kursiyê kursiyê serokomara Iraqê li hember serokatiya Herêma Kurdistanê be.

Fazil Mîranî ji KTV re behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêvajoya siyasî û pirsa sazan di navbera aliyên siyasî û guhertinên navçeyê kir.

Mîranî wiha got: “Parlamentoya Kurdistanê beriya niha bi xwe gotibû divê pirsên niştimanî bi sazan yekalî bibin, ne bi piranî û kêmîniya dengan. Ji ber ku li ser vê bingehê PDKê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anî û YNKê serokmariya Iraqê wergirt. Lê tişta ku li Parlamentoyê Kurdistanê roja 23ê Hezîranê çêbû, binpêkirina sazan û sozan bû û nayê qebûlkirin.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Nabe PDKê wek partiyeke xwedî cemawer û hejmarek zêde ji parlamanter were piştguhkirin. Herwiha li gorî demokrasiyê gerek serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin.”

Herwiha da zanîn ku, rêkeftinek di navbera PDK û YNKê de heye ku kursiyê kursiyê serokomara Iraqê li hember serokatiya Herêma Kurdistanê be.

Derbarê Tirkiye û rewşa rojava jî Mîranî wiha got: “Me pîrozbahî li HDPê kir dema di hilbijartinan de ser keft û PDKê gellekî alîkariya PKKê daye. Erdogan şaşitiyek mezin kir dema di kampanyaya hilbijartinan de pişta xwe da pirsa kurd. Welatên rojava ne li dijî Tirkiyeyê ne û ew welat jî bi bê hebûna biryara navdewletî nikare herêma tampon li Rojavayê Kurdistanê dirust bike û em jî ligel miletê xwe ne li perçeyên din ên Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar