ENKSê li hêviya helwesta Amerîka ye..Dixwaze Pêşmergeyên Rojava vegerîne

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, derbarê çûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê ew li hêviya biryara Amerîka ne û her demê Amerîka biryar da ewê vegerin bajarên xwe biparêzin.
Kawa Azîzî, Endamê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Me daxwaz kiriye hêza me di çarçoveya Rêkeftina Dihokê de vegerin bo Rojavayê Kurdistanê, lê Rêkeftina Dihokê cîhbicîh nebû, lewma aliyê TEV DEMê nehişt Pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê. Diyar e tiştek li navçeyê heye ew naxwazin eşkere bikin, eger ne wisa be ma çima rê didin hêzên biyanî li wir rajin çeh û rê nadin hêzekî kurdî axa xwe biparêzin.”
Kawa Azîzî wiha got: “Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê ew li hêviya biryara Amerîka ne û her demê Amerîka biryar da ewê vegerin bajarên xwe biparêzin. Wê demê PYDê jî nikare rê li pêşiya wan bigire, ji ber ku ji niha ve Amerîka alîkariya wan dike, lewma her demê biryar bide dê vegerin.”




