Hewlêr Hikûmeta Bexdayê li ser firotina petrolê bi awayekî serbixwe agahdar kiriye

Bexda-KDP.info- Parlemantera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eşkere dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hikûmeta Iraqê agahdar kiriye ku li hember xwarina para Kurdistanê ji budceya Iraqê, Hikûmeta Kurdistanê jî dê bi awayekî serbixwe petrola xwe bifroşe.
Necîbe Necîb, Parlemantera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de ragihand: “Cîgirê Serokwezîrê Iraqê behsa wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji 13ê meha borî de petrola xwe nedaye Bexdayê û ew agahdar kiriye ku li hember xwarina para Kurdistanê ji budceya Iraqê, ew jî êdî petrola xwe nadin Bexdayê û ewê bi serê xwe petrolê bifroşin.”
Necîb wiha got: “Bexda tenê beşek ji pereyên petrola Kurdistanê dişîne û yê parêzgeha Kerkûkê naşîne û hejmar nake.”




