26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partiyeke Almanya pisporên xwe dişîne Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiyê CDU, Bîrtil Wînger silavên taybet ên Şêwirmenda Almanyayê Engêla Mîrkel gehand Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û amaje bi wê yekê kir ku partiya wan bi girîngî li rola setratejîk û bi bandor a PDKê li navçeyê da, lewma dixwazin asta pêwendiyên xwe zêdetir bike.

Di dirêjahiya serdana xwe ya deplomatîk, şanda PDKê bi serokatiya Hêmin Hewramî bo çend welatên Ewropayê, duhî li welatê Almanyayê çend civînên girîng encamp dane.

Şanda PDKê ku serokatiya Hêmin Hewramî dike û ji berpirsê têkiliyên derve Elî Halo, Feyruz Akreyî û Mihemedelî Yasîn û yawer Fewzî Esed û Sîpan Amêdî pêk tê, piştî serdana Parlemana Ewropa û Weqfa Konrad Adenauer ya li Brukselê îro gehiştine paytexta Almanya Berlînê.

Hevdîtina şanda Kurdistanê ya ligel berpirsên Partiya Demokrat a Xiristan (CDU) ku serokatiya wê Angela Merkel dike, di demjimêr 10’an destpê kir.

Di hevdîtinê de Dilşad Barzanî û berpirsê têkeliyên derve yê CDU Bertil Wenger jî amade ne.

Piştre jî wê şanda navbirî ligel Olaf Gohs şarezayê siyaseta derve û Jens Uwe Kerl berpirsiyarê ragehandina partiyê bicive.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiyê CDU, Bîrtil Wînger silavên taybet ên Şêwirmenda Almanyayê Engêla Mîrkel gehand Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û amaje bi wê yekê kir ku partiya wan bi girîngî li rola setratejîk û bi bandor a PDKê li navçeyê da, lewma dixwazin asta pêwendiyên xwe zêdetir bike.

Herwiha di wê civînê de herdu aliyan lihev kirin ku derdan û pevguhertina hizir û nêrînan berdewam bin. Herwiha di vê hevdîtinê de biryar hat dan ku ezmûnên siyasî û rêxistinî û kampanyayên hilbijartinan pev biguherin û ew partî pisporên xwe bişînin Kurdistanê û semînarên teybet bo kadirên pêşkeftî yên PDKê pêşkêş bikin.

Şanda PDKê îro hevdîtin ligel Dr Gerhard Wahlers serokê Weqfa Konrad Adenauer û Thomas Birringer ji beşa rojhilata navîn û bakûrê Afrîqayê û Nils Wormer taybetmend bo Îraq û Suriya bike.

Demjimêr 14:30 jî hevdîtinê ligel Michael Hennrich parkementarê CDU berpirsiyarê grûpa parlamentarên Elmanî-Erebî pêkbîne û demjimêr 16:30 jî li gel berpirsiya ofîsa konferansa cîhanî a Bishof Katharina Jestaedt û seroka Knîseya Evangelîş Nele Allenberg bicive.

Şanda PDK li ser vexwendina fermî ya Weqfa Konrad Adenauer li Ewropa amade ye.
 

Nûçeyên têkildar