Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê bi tundî li DAIŞê da

Kerkûk-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge ragihand ku balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê li navend û çeperên DAIŞê dan û ew çekdar neçar kirin ku paşve vekişin.
Hesen Yezdanpena, Fermandarê Pêşmerge li Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Derengiya şevê din balafiran li navend û binkeyên DAIŞê dan û ew cih wêran kirin û Hêzên Pêşmerge ber bi gundê Gûbeybe û çend cihekî din ve çûn. Di van çend rojan DAIŞ xwe ji êrişê re amade kiribû lê Hêzên Pêşmerge û balafiran ew ji tevgerê xistin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê embarekî mezin a çek û teqemeniyan a DAIŞê kutan û ziyaneke mezin gehandin wan çekdaran. Niha rewşa DAIŞê li başûr û rojavayê Kerkûkê pir xirab e û li Hewîceyê jî bi awayekî mezin hatine şikestin.”




