Kurdistan dê wek Wezareta Derve ya Amerîka raportekê belav bike

Hewlêr-KDP.info- Dîndar Zêbarî, Serokê Komîteya Bilind a Pêdeçûn û Bersiva Raportên Navdewletî di Encumena Wezîaran a Kurdistanê ragihand ku, Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de wek Wezareta Derve ya Amerîka raportekê derbarê rewşa mafê mirovan li Kurdistanê belav bike.
Serokê Komîteya Bilind a Pêdeçûn û Bersiva Raportên Navdewletî di Encumena Wezîaran a Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand: “Derbarê rewşa mafê mirovan li welatê Amerîkayê, Wezareta Derve yaw î welatî salane raportekê bi belav dike û tê de têbînî û rexne û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Lê roja 25ê meha borî rapora xwe ya sala 2014an pelav kir û tê de çend têbînî derbarê rewşa Iraqê û Herûma Kurdistanê jî pêşkêş kir.”
Dîndar Zêbarî derbarê wê raporta Amerîkayê de, wiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di amadekirina wê raportê de berdewam ligel Wezareta Derve ya Amerîka zanyarî pev gugertine, ev jî bûye sedemek ku têgehiştinek di navbera herdu aliyan de dirust bibe û têbînî ji herdu aliyan werin girtin.”
Zêbarî derbarê kurdên êzîdî de ragihand: “Kurdên Êzîdî bi hovî rastî komkujiyê hatin û hemû koçber û derbider bûn. Çekdarên DAIŞê gellek keç û jinên êzîdî revandine, Hikûmeta Kurdistanê kar bo rizgarkirina wan keçan dike û heta diniya wê karesatê wek qirkirin û jenosed nas neke ranaweste. Jibilî kurdên êzîdî hejmarek zêde ji xelkê Enbarê jî berê xwe dane Herêma Kurdistanê.”
Serokê Komîteya Bilind a Pêdeçûn û Bersiva Raportên Navdewletî di Encumena Wezîaran a Kurdistanê derbarê rewşa zindanên Kurdistanê wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hew daye ku li gorî pêwer û pîvanên navdewletî mafê mirovan di zindanên xwe de biparêze û eger kesek di dema lêkolînê de rastî îşkenceyê hatibe dikare gilî bike.”
Dîndar Zîbarî ragihand ku ewê bi hûrî bersiva wê raporê bidi û niha Komîteya Bilind a Pêdeçûn û Bersiva Raportên Navdewletî di Encumena Wezîaran a Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar mijûlî pêdeçûn û wergirtina zanyariyên rast û hejmaran e û di demeke nêzîk de wek Wezareta Derve ya Amerîka raportekê derbarê rewşa mafê mirovan li Kurdistanê belav bike.




