26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tevgera Îslamî: Em naxwazin desthilatên serok kêm bibin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi fermî helwesta xwe derbarê desthilatên serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku, ew ne ligel kêmkirina desthilatên serokê Herêma Kudistanê ne, lê dixwazin yasa wan desthilatan rêk bixe.

Îro Pêncşemê danê nîvro şanda YNKê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê civiyan û piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin.

Ew civîn girêdayî pirsa destûra Kurdistanê û hilbujartinên serokê Herêma Kurdistanê, lê Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Kemal Rehîm di wê konferansê de ragihand: “Helwesta rêberê tevgera me û polîtburoyê jî ew e ku, nabe desthilatên serokê Herêma Kurdistanê kêm bikin.”

Kemal Rehîm wiha got: “Em ne ligel wê pêşniyarqanûna li parlamentoyê ne, ji ber ku em dibînin, divê hemû alî destpêkê lihev bikin û bi sazan û hevre hemû pirsan çareser bikin.”

Ji aliyê xwe ve, berdevkê polîtburoya YNKê ragihand: “Hemû aliyên siyasî ligel sazana siyasî û niştimanî ne.”
 

Nûçeyên têkildar