Ewnî: Divê xelk serok hilbijêrin..Bila Komîsyona Hilbijartina a Iraqê hilbijartinan bike

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî derbarê danûstandinên aliyên siyasî di fefteya bê de dibêje, eger 4 partî û 40 partî jî helwesteke xelet bêjin, hejmara wan ya mezin ne nîşana rastiya wê xeletiyê ye, ji ber ku tişta xelet her xelet e. Herwiha helwesta rast eger kesek bi tena xwe jî bêje dê dirust be. Ewnî tekez kir ku PDKê rijd e li ser berevaniyê di ber maf û îradeya xelkê da ku serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin.
Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “PDKê hêj deriyê wê bo sazana niştimanî û karê hevbeş li vî welatî vekiriye, û projeya wê bi xwe jî heye, ew jî mafê xelkê ye ku serokê xwe hibihêrin. Heta ku ew sîstemê biguherin divê vegerin bo xelkê û referandûmê bikin da ku raya xelkê nes bikin ku ew dixwazin serok çawa bê hilbijartin. PDKê dibîne ku hilbijartina serok ji aliyê xelkê ve yasayîtir e û dengê xelkê demokratîtir e.”
Derbarê sazana niştimanî jî di navbera aliyên siyasî de, Ewnî wiha got: “Tişta ku îro PDKê pêngava jê re davêje, aştî û wekheviya giştî û karê siyasî hevbeş e li vî welatî. Lê sazan û lihevkirina niştimanî ne ew e ku tişta Tevgera Goran dibêje ew ya rast e, bi rastî ti biryar tune ye ku ev welat li gorî xewin û xeyalê hinek kesan birêve biçe. Eger 4 partî û 40 partî jî helwesteke xelet bêjin, hejmara wan ya mezin ne nîşana rastiya wê xeletiyê ye, ji ber ku tişta xelet her xelet e. Herwiha helwesta rast eger kesek bi tena xwe jî bêje dê dirust be. Ewnî tekez kir ku PDKê rijd e li ser berevaniyê di ber maf û îradeya xelkê da ku serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “PDKê dixwaze serokek li Herêma Kurdistanê hebe ku xwedî dethilat be û Serok Barzanî jî berbijêrê me ye. Ew aliyên siyasî dixwazin rêyekê bibînin da ku PDKê dûr bixin, lê PDKê berevajî wan dixwaze em hemû bi hevre welat birêve bibin.”
Elî Ewnî wiha got: “Niha qanûnek li Herêma Kurdistanê heye ku dibêje serok ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, eger heta 19 meha 8ê aliyên siyasî lihev nekin bila Komîsyona Hilbijartina a Iraqê ku amade ye, hilbijartinên serokatiyê birêve bibin.”




