26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hatin Îraniyan bo Herêma Kurdistanê tê sînordarkirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Silêmanî- Li xala sînorî ya Başmaxê biryareke nû hat cîbicîkirin, li gor wê jî êdî her welatiyekî îranî nikarê di yek salê de bêhtir ji 4 caran serdana Herêma Kurdistanê bike.
Serpereştiyarê gumrika Başmaxê, Ezwer Mehmûd di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, her welatiyekî îranî ku bi rêya wê xalê derbasî Herêma Kurdistanê bibe, dê 15 roj wek mohleta mayînê bi wan bê dayîn, piştî 15 rojan jî dive serdana gumrika Başmaxê bike daku mohleta xwe nû bike.
Ezwer Mehmûd da zanîn jî ku, ew biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye derkirin.

Nûçeyên têkildar