Sûdan konsulê xwe yê giştî li Hewlêrê diyar kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî spasiya Hikûmeta Sûdanê kir, ji ber ku bilez konsulê xwe li Hewlêrê diyar kir, ku ev nîşana girîngîdana Sûdanê ye bi Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê ji wî konsulî re xwest, da ku pêwendiyên herdu aliyan bihêztir bibin.
Îro Pêncşemê danê sibehê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Mihemed Umer Balyozê welatê Sûdan li Iraqê û Yasîn Ewez konsulê giştî yê wî welatî li Kurdistanê kir.
Di vê hevdîtinê de Balyozê Sûdan li Iraqê dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê diyar kir û ji pêveçûnên li Kurdistanê di hemû waran de matmayî ma, herwiha tekez kir ku welatê wî girîngiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê dide û amadehiya xwe bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêşan da.
Herwiha Mihemed Umer dilgiraniya xwe li hember gefên terorîstên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê diyar kir û sersaxî li malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest û tekez kir li ser alîkariya wan aliyên ku şerê terorê dikin. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku tevî vê bargiraniya ku ketiye ser milê Kurdistanê, lê xelk û hikûmeta Kurdistanê pêşwazî hejmarek zêde ji koçberan kirine ku ev cihê rêz û hurmetê ye.
Konsulê nû yê Sûdanê li Herêma Kurdistanê jî dilxweşiya xwe bi destpêkirina karê xwe li Kurdistanê diyar kir û tekez kir ku ew hewlên cidî dide bo nêzîkbûna di navbera herdu gelên Kurdistanê û Sûdanê û dê berdewam be li ser pêwendiyên ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku baştir erkên xwe cih bi cih bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şanda Sûdanê û hikûmeta wî welatî kir, ji ber ku bilez konsulê xwe li Hewlêrê diyar kir, ku ev nîşana girîngîdana Sûdan e bi Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê ji wî konsulî re xwest, da ku pêwendiyên herdu aliyan bihêztir bibin.




