Karwanek ji alîkariyên pizîşkî ji Başûr derbasî Rojava dibe

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê 30 ton ji kelûpel û alîkariyên pizîşkî gehandine Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Heyva Sor a Kurdî dibêje ku ew wan alîkariyan li gor pêwîstiyê li ser nexweşxaneyan parve bikin.
Îro, 2ê Tîrmehê, 29 ton ji kelûpel û pêwîstiyên pizîşkî û yek ton ji dermanan bi rêya deriyê Sêmalka ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Ew alîkarî ji aliyê Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji pizîşkên Nemsayê ve hatibûn amadekirin.
Ew karwana alîkariyan ji aliyê tîmeke Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye wergirtin.
Hevserokê wê rêxistinê Egîd Ibrahîm spasiya Hikûmeta Herêma Kurditanê û hejmarek ji pizîşkên Nemsayê kir, li ser pêşkeşkirina wan alîkariyan.
Egîd Ibrahîm diyar kir ku, ew dê wan alîkariyan bibin embargehên Heyva Sor a Kurdî li bajarê Amûdê, ji wêde jî dê li gor pêwîstiyê li ser hemû nexweşxaneyan parve bikin.




