Mehmûd Osman: Peyama Serok Barzanî di dema xwe de hat

Parlementerê berê û siyasetmedar Mehmûd Osman dibêje peyama Serok Barzanî ya bo aliyên siyasî derbarê pêwîstiya pesendkirina babetên niştimanî bi rêya lihevkirinê “di dema xwe de hatiye.”
Mehmûd Osman di daxuyaniyekê de bo KDP.info got: “Di nêrîna min de oeyama Serokê Herêma Kurdistanê peyamek gelek başe û di dema xwe de hatiye, ku daxwaz ji aliyên siyasî kiriye bi rêya lihevkirinê bighin çareseriyelê, lewm pêwîste hemû alî hewla lihevkirinê bidin.”
Osman diya dike jî ku, niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe û çendîn qeyaran lê qewmimî ne, lewma pêwîstiyeke zêde bi lihevkirina niştimanî yekdengî û yek helwêstiya aliyên siyasî yên Kurdistanê heye.
Ew siysetmedar dibêje jî ku, nêrîna Serokatiya Herêma Kurdistanê ewe ku di vê hemû aliyên siyasî bigehin lihevkirinê ji bo rizgarkirina Herêma Kurdistanê ji qeyranan û derbaskirina vê rewşa hestiyar.
Mehmûd Osman diyar kir jî ku, ew dibîne divê hemû aliyên siyasî li ser yasay serokatiyê lihev bikin, heta ku destûr were amadekirin.




