26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bavê zarokê revandî: Nûnerê PYD ji min re got tu xwe bişewitînî yan na ew nekarê me ye

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Silêmanî- Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li pêş baregeha PYD li Silêmaniyê agir berda canê xwe.
Welîd Ebdulrehman, temen 43 sal, demjimêr 18:45 li pêş baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Silêmaniyê agir berda canê xwe, piştî ku bo çend demjimêran li pêş deriyê baregehû ji bo derbirîna nerazîbûna xwe, ketibû grevê.
Piştî ku Welîd agir berdide canê xwe, birayê wî xwe dighênê û wî rizgar dike û vediguheze nexweşxaneyê, piştre ji aliyê pizîşkan ve hat çarserkirin û niha rewşa wî cîgir bûye.
Derbarê wê reftarê de, Welîd ji Rûdawê re got: “Sedema xweşewtandina min ew ku ku, kurê min ê biçûk (Birîn) ku temenê wî 15 sal bû, beriya 3 rojan ji aliyê PYD ve hatiye revandin û bo Qendîlê hatiye gihandin. Ez jî bi mebesta vegerandina kurê xwe çûm serdana baregeha PYD li Silêmaniyê, lê berpirsê nivîsgehê Xerîb Heso ji min re got ku, kurê min li Qendîlê ye û ti desthilata wan nîne.”
Ebdurehmanbi canê xwe yê şewiît got jî: “Ez wek nerazîbûnê çûm pêşiya baregeha PYDê, çimkî kurê min heya sat 21:00 ê şeva borî li Raniyeyê bû, min daxwaz ji wan kir ku wî ji min re vegerînin.”
Welîd Ebdurehman ji Nûneratiya PYDê li Silêmaniyê re jî gotiye: “Eger hûn kurê min navegerînin, rê bidin ez bi telefonê pê re biaxivim, ji ber ku kurdê min zarok e û temenê wî tenê 15 sal e, lê wan rê neda min ku ji min re gotin, kurê te li Qendîlê ye û em nikarin ti tiştekê ji te re bikin.”

Nûçeyên têkildar