Mîranî bo şanda Amerîka: Alîkariyên xwe bo Pêşmerge zêdetir bikin

Hewlêr-KDP.info- Sekerterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya heyeteke amerîkî kir û di hevdîtina xwe de ligel şanda Amerîkayê de daxwaz ji wan kir ku alîkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.
Îro Sekerterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya heyeteke Amerîkayî kir.
Di wan herdu civînan de behsa rewşa niha ya Kurdistan, Iraq, deverê û şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin.
Her di wan civînan de Fazil Mîranî behsa serkeftinên hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê kir.
Mîranî di civîna xwe ya li gel heyeta Amerîkî de jiber hevkariyên ku ji aliyê Amerîkayê ve di şerê dijî terorîstên DAIŞê de pêşkêşî Kurdistanê hatine kirin, spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir û daxwaz ji wan kir ku alîkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.
Heyeta Amerîkayî jî herwiha bi girîngî behsa serkeftinên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir.




