26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bersiva pirsên komîteya li ser ketina Mûsilê da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva pirsiyarên Komîteya Parlamentoya Iraqê ya ku derbarê ketina bajarê Mûsilê de lêkolînan dike, da.

Cîgirê Serokê Komîteya Parlamentoya Iraqê ku derbarê ketina bajarê Mûsilê de lêkolînan dike, Şaxewan Ebdullah ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê red kir ku bersiva pirsiyarên Komîteya Lêkolîna Ketina Mûsilê bide, ji ber ku pirsiyarên komîteyê di asta kesî de hatibûn pirsîn, wê komîteyê careke din û bi nîvîseke din çend pirsiyar arasteyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Ebdullah tekez kir: “Di bersiva Serokê Herêma Kurdistanê de behsa wê yekê hatiye kirin, ku berî ketina Mûsilê bi destê çekdarên DAIŞê û berî hatina DAIŞê, Herêma Kurdistanê hişyarî daye Bexdayê. Hevdem behsa rûbirûbûna Hêza Pêşmerge di dema êrişên bo ser Mûsilê de jî hatiye kirin.

Cîgirê Serokê Komîteya Lêkolîna bajarê Mûsilê herwiha amaje bi wê yekê kir, ku di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, dê raporta komîteya lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin.

Nûçeyên têkildar