25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hirvatistan nûneratiya xwe li Kurdistanê berfirehtir dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Hirvatistan li Iraqê vexwendineke fermî ya Hikûmeta welatê xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku dema derfet çêbibe êwê serdana wî welatî bike.

Li gorî daxuyaniya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro danê nîvro Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Hirvatistanê li Iraqê Yorgo Focas kir.

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Hirvatistanê ragihand ku her dema ku ew serdana Herêma Kurdistanê dike pêşkeftinên zêdetir û baştir dibîne. Herwiha wî aramiya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ji ber serkeftinên li eniyên şer destxweşî li hikûmet, welatî û Pêşmerge û asayişa Herêma Kurdistanê jî kir.

Yorgo Focas wiha got: “Em dixwazin nûneratiya xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê vekin û pêwendiyên xwe ji yên ku niha hene, zêdetir û berfirehtir bikin, bi taybetî di warê deblomatîk, aborî, bazirganî û rewşenbîrî de.”

Balyozê Hirvatistanê vexwendineke fermî ya hikûmeta welatê xwe pêşkêşî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir, da ku serdana welatê wan bike.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Balyozê Hirvatistanê kir nûneratiya deplomatîk ya welatê xwe li Kurdistanê firehtir bikin.

Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên dualî ligel hikûmet û xelkên Hirvatistanê.

Nêçîrvan Barzanî vexwendina fermî ya Hikûmeta Hirvatistanê qebûl kir û ragihand ku dema derfet şêbibe ewê serdana wî welatî bike.

Nûçeyên têkildar