Fazil Mîranî: Hewl bo sazanê zêdetir bûne

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di pêşwaziya Konsulusê Îtalya li Herêma Kurdistanê ragihand ku, civîna 23ê Hezîranê ku li Parlamentoya Kurdistanê birêve çû, berevajî sazan û tewafiqê bû, ji ber ku pirsekî wisa çarenivîsaz bi kêmîne û piraniya endamên parlamentoyê çareser nabe, herwiha bi bêamadebûna mezintirîn hêza nav Parlamento û bi bê berçavgirtina pêkhateyên tirkman û Mesîhî û dinek partiyên din û bi taybetî di vê rewşa niha de, nayê çareserkirin.
Îro li Pîrmam, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li Karmîlo Vîkara Konsulusê Îtalya li Herêma Kurdistanê kir.
Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî û rola Hêzên Pêşmergeyên qehreman li dijî terorîstên DAIŞê kir, ku bi nûneratiya cîhanê berevaniyê di ber pirensîpên demokratiyê û azadî û bihayên mirovan dikin. Herwiha tekez kir ku dive civaka navdewletî zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin û spasiya hikûmet û gelê Îtalyayê jî kir ku alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin.
Mîranî wiha got: “Civîna 23ê Hezîranê ku li Parlamentoya Kurdistanê birêve çû, berevajî sazan û tewafiqê bû, ji ber ku pirsekî wisa çarenivîsaz bi kêmîne û piraniya endamên parlamentoyê çareser nabe, herwiha bi bêamadebûna mezintirîn hêza nav Parlamento û bi bê berçavgirtina pêkhateyên tirkman û Mesîhî û dinek partiyên din û bi taybetî di vê rewşa niha de, nayê çareserkirin.”
Fazil Mîranî ragihand: “Niha hewl zêdetir bûne bo sazanê û jihevfêmkirinekê di navbera aliyên siyasî de, ew jî bo dîtina çareseriyeke gunacw di vê rewşê de. Peyama Serok Barzanî ya duhî derbarê vê mijarê de pir bi bandor û girîng bû bo derbasbûn ji vê rewşê.”
Ji aliyê xwe ve, Karmîlo Vîkara Konsulusê Îtalya li Herêma Kurdistanê spasiya Mîranî bo vê civînê û pesnê gelê Kurdistanê bo xoragiriya li hember vê kirîza darayî ku rastî Kurdistanê hatiye, da. Herwiha tekez li ser berdewamiya welatê xwe li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge yên ku cihê şanaziyê ne li hemû cîhanê, kir .




