Serfermandarê nû yê Iraqê hat diyarkirin

Bexda-KDP.info- Biryarderê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku, kurdan berbijêrê xwe bi kursiyê Serfermandarê Aertêşa Iraqê diyar kirine û hete çend rojên din, dê dest bi karê xwe bike.
Şaxewan Ebdulah, Biryarderê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand:” Îro kurdan serfermander Enwer Heme Emîn berbijêr kir bo wergirtina kursiyê Serfermandarê Aertêşa Iraqê û heta çend rojên din dê li şûna serfermander Babekir Zêbarî dest bi karê xwe bike.”
Ebdulah wiha got: “Pêwîst e ew hemû serkirdeyên leşkerî yên nû hatine destnîşankirin, ji parlamento dengê baweriyê werbigirin, lê heta niha tiştek ji wan re nehatiye.”
Tê zanîn ku, Babekir Bedirxan Şewket Zêbarî serfermandarê ku hatiye xanenşînkirin, ji sala 2003 ve û piştî rûxandina rêjîma Beasê ji para kurdan û ji nava kurdan ji para PDKl bibp serfermandarê artêşa Iraqê.




