Amerîka: Di dawiyê de dê DAIŞ têk biçe..Alîkariya Kurdistanê girîng e

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û berpirsê nivîsgeha hevkariya emnî ya Amerîkayê ya li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez li ser hewldanên hevpar bo zext kirin li DAIŞê kir û tekez kir ku ti gomaneke me tune ye ku di dawî de vê DAIŞê têkbiçe.
Îro Sêşemê 30/6/2015 Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke nivîsgeha hevkariya emnî ya Amerîkayê ya li Iraqê bi Serokatiya berpirsê berê yê vê nivîsgehê John Benarick û berpirsê nû yê vê nivîsgehê Jeneral Paul LaCamera kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, rewşa dawî ya Iraq û pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstên DAIŞê hate nirxandin.
Mesrûr Barzanî spasiya Jeneral Bednarick ku di çarçoveya erkên xwe de kariye di şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkariya Hêzên Pêşmerge bike û hevdem bi minasebeta destbikarkirina Jeneral Paul LaCamera weke berpirsê nû yê vê nivîsgehê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir.
Mesrûr Barzanî herwiha tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya navbera Kurdistan û nivîsgeha hevkariya emnî ya Amerîkayê ya li Iraqê kir.
Li hember de jî heyeta mêvan alîkariyên Kurdistanê bi girîng wesif kir û tekez li ser hewldanên hevpar bo zext kirin li DAIŞê kir û tekez kir ku ti gomaneke me tune ye ku di dawî de vê DAIŞê têkbiçe.
Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî bi awayekî berfire behsa girîngiya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge kir ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de roleke gelek girîng û dîrokî lîstine.




