26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka rola Pêşmerge bi rollekî gelek girîng û serkeftî wesif dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî û Jeneral LaCamera civiyan û di wê civînê de şanda mêvan rola hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi roleke gelek girîng û serkeftî wesif kir û tekez li ser domkirina hevkarî û piştgîriyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge kir.

Îro Sêşemê 30/6/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke hemahengiya ewlekariya hêzên Amerîkî li Iraqê kir.

Di civîna han de berpirsê berê navenda han eşkere kir ku mebest ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanêye jiber ku dema erkdariya vî li Iraqê de bi dawî hatiye.

Berpirsê navenda han herwiha Jeneral LaCamera jî ku weke berpirsê nû yê vê navendê hatiye destnîşankirin ji Serokwezîrê Kurdistanê re nasand.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya hikûmet û wezareta pêşmerge kir ku di dema erkdariya vî de hevkariya wî kirine û rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi roleke gelek girîng û serkeftî wesif kir û tekez li ser dom kirina hevkarî û piştgîriyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa deverên curbicur yên Iraqê bi taybetî ew deverên ku di destê terorîstên DAIŞê dene û herwiha çawetiya hevkarî kirina artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge ji aliyê hêzên Amerîkî ve hate kirin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya heyeta han kir û spasiya berpirsê berê yê navenda hemahengiya ewlekariya hêzên Amerîkî li Îraqê kir û anî ziman ku di nava du sal erkdariya xwe de gelek bi başî erkên xwe cîhbicîh kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hêzên hevpeyman û hêzên Amerîkayê kir ku di destpêkê êrîşên terorîstên DAIŞê de bo ser Kurdistanê hevkariya hêzên Pêşmerge kirine.

Nûçeyên têkildar