25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îran di civînên li Celewlayê de beşdare..Civîn bê agehdariya PDK bûn

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Xaneqîn- Berpirsekî PDK li Celewlayê ragehand ku, li navçeyê çendîn civîn pêkhatine ku hêzên derekî jî têde beşdarbûn, lê ew di wan civînan de nebeşdar bûn, civîna ku yekalî be jî dê xelk jê nepiştrast be.

Berpirsê komîteya navçeya Celewlayê ya PDK, Amir Rifet ji KDP.info re ragehand ku, roja îna borî berpirsê eniya Germesêr û berpirse Melbenda Xaneqînê û rêvebrê asayişa Germiyan û qayimqamê Xaneqînê ligel serokê rêxitsina Bedir (Hadî Amirî) derbarê rewşa niha de civiyan “kes jî nizane ka behsa çi kirine.”

Rifet da zanî jî ku, duh parêzgarê Diyala, berpisê melbend û rêveberê asayişa Germiyanê û qayimqamê Xaneqîn û berpirsekî Itîlaatên Îranê ligel wan bû, hatine Celewlayê û hejmareke zêde ji medyakaran ligel xwe anîbûn, bi mebest ku xelkê vegerînin ser milk û malên wan, di demekê de ku ti xizmetguzariyek li navçeyê nîne û bi saleke din jî venagere wek berê.

Navborî tekez kir ku, PDK li Herêma Kurdistanê hêzeke serekî ye û pêwîste di civînên bi wî awayî de berşdar be, nabe jî aliyek bi tena serê xwe beşdar be, di demeê de ku Itîlataên Îranê hatine ser xetê û beşdarî wan civînan bûne. Lê PDK beşdar nabe.

Berpirsê PDK rijd bû l ser wê yekê ku ew haydarî hemû rewşekê li Celewlayê bin, ji ber ku rewşeke xirab bi serê xelkê hatiye û ew xelk êdî bi aliyekê tê bawer nake, lewma eger hemû alî di civînan de beşdar bin, dê bawriya xelkê zêdetir be.

 

Nûçeyên têkildar