26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Poloniya nêzîkî hev dibin

Çavkanî: KDP.info

Bi minasebeta destbikarbûnê weke sefîrê Poloniyayê yê Îraqê, duhî roja pêncşemiyê, Lîç Stêvanîka bi serokatiya şandeyeyê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, tevî pîrozbahîkirinê li sefîrê nû yê Poloniyayê yê Îraqê, Felah Mistefa, herwesa, behsa sewyeya têkeliyên nevbera Kurdistan û Poloniyayê û zêdetir pêşxistina wan têkeliyan di hemû warande ku di berjewendiya her du aliyan de bin kir.

Mistefa ji şandeya polonî re behsa bernme, kar û pilanên hikûmeta Kurdistanê kir bi taybetî di ware geşepêdana sektora çandiniyê, tûrîzmê û pîşesaziyê li Kurdistanê:
- Welatê Poloniyayê di gelek waran de tecrûbeyeke zengîn heye û herêma Kurdistanê dikare fêdey ji wê tecrûbeyê werbigire.

Lîç stêvanîka sefîrê nû yê Poloniyayê bo Îraqê ecêbmayîna xwe bi xwezayê ciwanê Kurdistanê û pêşkeftinên wê di warên cihê de û mêvandostiya kurdan nîşan da ku sipasiya wê pşwaziya germ ya li wê hatiye kirin kir.
Sefîrê Poloniyayê got ku, ew amadeye hemû hevkarî û alêkariya bi saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê re bike û şirket û kompaniyên polonî teşwîq bike daku, li herêma Kurdistanê investkariyê bikin û ji herêma Kurdistanê ber bi deverên din yên Îraqê ve biçin

Nûçeyên têkildar