Kesekî kurd dê şûna wî bigre..xanenişînkirina Zêbarî li ser daxwaza wî bû

KDP.info-Bexda- Biryarderê komîteya asayiş û bergiriyê li Parlementoya Iraqê radighîne ku, serokerkanê artêşa Iraqê li ser daxwaza xwe hatiye xanenişînkirin, dê kesekî kurd jî şûna wî bigire.
Şaxewan Ebdulla di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, piştî ku serokerkan Babekir Zêbarî daxwaza xanenişînkirinê kiribû, duh ferman bi wê daxwaza wî derçû, çaverê ye jî ku kesekî kurd li şûna wî were diyarkirin.
Nivîsgeha Babekir Zêbarî ji KDP.info re diyar kir ku, navborî çendîn car daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurditanê kiribû ku rê bidêyê daku ji wê postê vekêşe.
Piştî ku Serok Barzanî rezamendiya xwe li ser daxwaza Zêbarî anîbû ziman, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî razîbibû ku fermana xanenişînkirina Zêbarî derbike.
Beriya niha jî, Ebadî fermana xanenişînkirina çendîn efserên artêşa Iraqê derkiribû, lê ji ber ku Serok Barzanî ji navborî re ragehandibû ku, heta niha Herêma Kurdistanê kesek ji bo posta Zêbarî neberbijartiye, Ebadî navê Babekir Zêbarî ji nav wan efseran derxistibû.
Babekir Bedrxan Şewket Zêbarî di sala 2003an de û piştî hilweşana rejîma Sedam Hisên, li ser pişka kurdan û di nav kurdan de jî li ser pişka PDK bibû serokerkanê artêşa Iraqê.




