25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk.. Emîrek û 14 terorîstên hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Jêderekî agahdar ji eniya Başîkê ragihand ku, di encama bordûmana ser navend û binkeyên terorîstên DAIŞê li gundekî devera Başîkê, emîrek û 14 terorîstên hatin kuştin, herwiha çend otomobîlên wan hatin şewitandin.

Berpirsê Ragihandina Şaxa PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ji eniya Başîkê ragihnad: “Îro li gundê Xirab Delîl yê Başîkê, balafirên şer ên Amerîka hevpeymaniya navdewletî û topxaneyên Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê li navend û binkeyên DAIŞê dan.”

Seîd Memozînî wiha got: “Li gorî agahiyan di encama wê bordûmanê de 15 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û yek ji wan emîr bû û nave wî Ecîl Adem bû, ku ew û otomomîla xwe ya hamer şewitîn.”
 

Nûçeyên têkildar