Mûsa Ehmed: alîkariya Kobanê erk e li ser milê me

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku, ew ji destpêka kirîza Kobanê ve alîkariya xelkê wê dikin û wê alîkariyê wek erk dibînin, herwiha da zanîn ku heta niha dezgeha wan 5 caran serdana navçeyê kiriye û cara dawî beriya çend rojan bû ku li ser fermana Serok Bazanî xwarin û alîkarî gehandin Kobanî.
Mûsa Ehmed, Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her ji destpêka vê kirîza ku li Kobanî derketiye, me dest bi alîkariyê kir û heta niha ew ranewesta ne û Kobanî wek beşek ji karê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûye, ku heta niha dezgeha eme 5 caran serdana wê navçeyê kiriye.”
Mûsa Ehmed wiha got: “Di her konferans û civînan de me behsa Kobanî kiriye. Karwanê me yê dawî jî beriya çend rojan bû, ku me li ser fermana Serok Barzanî gellek alîkarî gihandina destê wan.”
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wiha domand: “Tişta ku ji destê me bê, emê ji bo xelkê Kobanî û Rojavayê Kurdistanê bikin. Ev bernameya me ye û wek erkê xwe dibînin.”




