26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Elawî serkeftinên Pêşmerge bilind nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Dr Eyad Elawî û şanda ligel kir û di wê hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraq û navçeyê û hereşeya terorîstan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞ û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê gotûbêj kirin.

Îro yekşem 29.06.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Eyad Elawî Cîgirê Serok Komarê Iraqê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraq û navçeyê û hereşeya terorîstan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞ û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan.

Di vê kombûnê da her dû alî li ser ewe hevrebûn ku serketina proseya siyasiya Iraqê yarmetîdere ji bo wê yekê ku terorîstên DAIŞ zûtir bêne têkşikandin.

Di beşekî dinê kombûnê da proseya siyasiya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî pêwîste hemû aliyek pabendî destûr û rêkkeftinan bibin.

 

Nûçeyên têkildar