Tirkiyê biniyaze dîwarekî li ser sînorê ligel Sûriyeyê avabike

KDP.info-Hewlêr- Tirkiyê hewldanên xwe dike ji bo avakirina dîwarekî konkrêtî li ser sînorê xwe yê ligel Sûriyeyê, bilindiya wî dîwarî dê 3.5 metir û dirêjî jî 911 K.M be.
Wek ajansên nûçeyan li ser zarê berpirsên Tirk radighînin, mebest ji avakirina wî dîwarî ewe ku, rê li pêş çekdaran bigire û sînor baştir bê parastin.
Hin çavdêr jî dibînin ku, piştî serkeftina kurdan li Rojavayê Kurdistanê û derkirina DAIŞê ji gelek navçeyên hevîsnor ligel Tirkiyeyê, welatê navborî hest bi metirsiyê kiriye, lewma dixwaze niha wî dîwarî ava bike.
Pêşketina kurdan ku Rojavayê Kurdistanê û destkeftên wan li Bakurê Kurdistanê wiha kirin ku Serokomar Tirkiyeyê bi hêrsî behsa dewleta kurdî bike, dema ku got: “Ti carî em rê nadin ku dewleta kurdî li Sûriyê were avakirin.”




