Sero Qadir: Başûrê Kurdistanê pêşenga serxwebûna tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ye

KDP.info-Hewlêr- Şîrovekarê siyasî û rojnamevan Sero Qadir dibîne ku şerê DAIŞê şerê navçeyê ye, paşeroja Kurdistanê di vê parçebûnê de paşerojek perşengdare û Başûrê Kurdistanê jî pêşengiya serxwebûna tevger rizgarîxwaza Kurdistanê ye.
Welatên Kendava Erebî piştgirên yekem ên DAIŞê ne
Sero Qadir di bernameya Rûdawa Îro ya televîzyona Rûdawê de ragihand ku, zemîneke DAIŞê ya civakî heye, ew jî civaka girtî ya misilman li Rojhilata Navîn e, ew rêxistin jî derencama sîstema şikestxwar a dewlemetdarên li Rojhilata Navîn e.
Ew şîrovekarê siyasî dibîne jî ku “Welatên Kendava Erebî piştgirên yekem ên DAIŞê ne” ew rêxistin jî wek artêşeke nefermî a Kendava Erebî ye.
Qadir got jî: “Siûdiye û welatên Kendavê ji aliyê piştgiriya darayî ve li pişta hemû rêxitsinan in, beriya niha li pişta Qaide bû niha jî DAIŞ e, lê dema ew rêxistin dikevine meydanê, bêguman ji destê hakim derdikevin, ez naxwazim bêjim ku hûrgiliyên DAIŞê di dest kê de ne, lê Sûriyê û Îran û welatên Kendavê bi awayên curbicur perjewendiyên xwe ji hebûna DAIŞê bidest tînin.”
Şerê DAIŞê dighe Îran û Siûdiyê û Tirkiyeyê jî
Qadir di wê baweriyê de ye ku, ji navbirina DAIŞê wê dewletên nû, parçebûnên nû û berjewendiyên nû têxe holê, tekez dike jî ku Şerê DAIŞê dighe Îran û Siûdiyê û Tirkiyeyê jî “DAIŞ dê wan welatan neçar bike ku derbasî şer bibin, ew şer jî dê encamên xwe hebin.”
Derbarê encamên wî şerî de jî got: “Ev şer ne tenê şerê Ebû Bekir Bexdadî ye, şerê parçekirina navçeyê ye, paşeroja Kurdistanê di vê parçebûnê de paşerojek pirşengdare û Başûrê Kurdistanê jî pêşengiya serxwebûna tevger rizgarîxwaza Kurdistanê ye.”




