Elî Ewnî: Parlamento ne aliyeke bo saxkirina tesfiyatên siyasî

Hewlêr-KDP.info- Endamekî serkirdatiya PDKê amaje bi wê yekê dike ku piştî 17ê Şubatê hemû aliyên opozîsyonê daxwaz kirin ku ew projeyîn ku jêderên niştimnaî ne, dive bi rêya sazan û lihevkirina niştimanî bin, lê ew bi xwe vê yekê binpê dikin.
Endamê serkirdatiya PDKê, Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hinek alî bi rêya parlamentarên xwe daxuyaniyan didin ku qaşo filan yasa bi dengê piraniya parlamenteran hatiye derbaskirin û hesê bo hes nakin, di dema ku em dibêjin Parlamentoya Kurdistanê ne aliyek e bo saxkirina tesfiyatên siyasî.”
Elî Ewnî wiha got: “Parlamento cihekî yasayî û damezraweyekî girîng e li Kurdistanê, lewma nabê her aliyek bi kêfa xwe projeyan pêşkêş bike û piştre feriz bike li ser aliyên din.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê amaje bi wê yekê dike ku piştî 17ê Şubatê hemû aliyên opozîsyonê daxwaz kirin ku ew projeyîn ku jêderên niştimnaî ne, dive bi rêya sazan û lihevkirina niştimanî bin, lê ew bi xwe vê yekê binpê dikin.




