25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Eqîd Mehdî: DAIŞ şerperze bûye..Deverekî berfireh li Guwêrê vala kiriye

Çavkanî: KDP.info

Guwêr-KDP.info- Fermandeyekî Pêşmerge ragihand ku, boralê çekdarên DAIŞê têk çûye û pir şerperze bûne, herwiha deverekî berfireh li eniya Guwêrê vala kirine.

Eqîd Mehdî Elî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Li beşekî mezin eniyîn şer çekdarên DAIŞê vekişiyane bo nav xaniyên vala yên gundên derdora Guwêrê. Di dema dawî de gellek navend û binkeyên wan hatine wêrankirin, lewma ji wê demê de bi awayekî tek tek xwe vedişêrin û bi şev ji dûr de guleyan davêjin, lê tişteke wan bi nave hêza leşkerî nemaye û êdî nema karin êriş bikin.”

Elî wiha got: “Bi balafirên bêbelafirvan em cihîn DAIŞê nas dikin û agahiyan didin balafiran ew jî li wan didin. Çekdarên wan li deşta Mûsilê devereke berfireh vala kirine.”
 

Nûçeyên têkildar