26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bazyanî: Parlamentoyê xeletî kir..Hinek dewletên heremê dixwazin li Kurdistanê remz û sembol nebin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşe li Herêma Kurdistanê ragihand ku, rûniştina 23ê Hezîranê li Parlamentoya Kurdistanê û piştguhxistina aliyekî girîng û bi bandor di qada siyasî de nakeve eqlê tu kesî. Ew aliyên siyasî li Kurdistanê dijîn ne li Ewropayê, yasa û qanûn ne her tişt e.

Dr. Mihemed Bazyanî, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşe li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rûniştina 23ê Hezîranê li Parlamentoya Kurdistanê û piştguhxistina aliyekî girîng û bi bandor di qada siyasî de nakeve eqlê tu kesî Ew aliyên siyasî li Kurdistanê dijîn ne li Ewropayê, yasa û qanûn ne her tişt e.”

Bazyanî wiha got: “Eger li welatekî Hikûmet û Parlamentoyeke bi sazan û lihvkirineke niştimanî dirust bûbe, çawa dibe 4 aliyên wî bi bê sazan aliyê pêncem ku li nava Kurdistanê xwedî desthilata herî mezin e piştguh bixin. Bi ti awayî nakeve eqilê tu kesî.”

Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşe li Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, “vexwendina nûnerên welatan û hatina konsulusê Îranê bo rûniştina Parlamentoya Kurdistanê, ez bi destêwerdaneke derve dizanim û xeletiyeke ku parlamento kir.”

Dr. Mihemed Bazyanî ragihand: “Bi nêrîna me, baştir e ku serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin, ji ber ku ji ber ku wî demê dê sembola yekêtî û yekrêziyê hebe. Li welatekî mîna Amerîka sîstem serok bi rêya xelkê ve tê hilbijartin. Eger serok ji parlamentoyê were hilbijartin dê bê heybet be. Em wisa fêm dikin ku, hinek dewletên heremê dixwazin li Kurdistanê remz û sembol nebin.”
 

Nûçeyên têkildar