Şanda Amerîkî spasiya Hikûmeta Kurdistanê, Pêşmerge û gelê Kurd dike

Hewlêr-KDP.info- Şanda Senatoya a Amerîkayê di dema serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê û civîna xwe ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de piştgiriya xwe bo dilgiraniyên Herêma Kurdistanê li hember Bexdayê derbirî û tekez kir ku pêwîsrt e Bexda li gorî rêkeftin û qanûnan şayiste û parên Herêma Kurdistanê jê re bişîne û bargiraniya ser milê Kurdistanê kêm bike.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwşaziya şandeke Senatoya Amerîkayê bi Serokatiya Serokê komîteya hêzên çekdar ya Senatoyê Tim Kaine kir.
Di hevîdtinê de Kaine kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û behsa armanca serdana xwe bo Kurdistanê kir û ragehand ku mebest ji vê serdana han ewe daku ji nêz ve ji rewşa Kurdistanê agehdar bibin.
Şanda Amerîkî herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge û gelê Kurd jî kir ku karîne jibilî şerê dijî terorîstên DAIŞê hevdem pêşwazî ji hijmareke zêde aware û penaberan jî bikin û bi her awayî jî hevkariya wan penaberan bikin.
Şanda mêvan herwiha dilgiraniya xwe ya li hember pêşrewiyên terorîstên DAIŞê û nebûna planeke baş bo şerê dijî terorîstên DAIŞê diyar kir.
Şanda Amerîkî herwiha anî ziman ku wê di civînên xwe yên li gel rayedarên Iraqê de daxwaza vê yekê bikin ku roleke zêdetir bi suneyan were dayîn da ku bikaribin bi awayekî baştir şerê dijî terorîstên DAIŞê bikin.
Wê şandê herwiha piştgîriya xwe jî bo dilgiraniyên Kurdistanê yên li hember Bexdayê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime Bexda di her warî de para Kurdistanê bide.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî jiber serdana han spasiya heyeta mêwan kir û hevkariyên gel û hikûmeta Amerîkayê yên di warê leşkerî û însanî de bo Kurdistanê bigirîng wesif kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji heyeta mêwan kir daku bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevkariya her du aliyan bike




