Kerkûkî ji Bexdayê bêhêvî bûne

KDP.ifo-Kerkûk- Endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê dibîne ku, çûna parêzgerê Kerkûkê bo Bexdayê bêyî sûd bû û dibêje ku hêviya xelkê bi Bexdayê nemaye.
Piştî serdana Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bo Bexdayê û hevîdtina ligel serokomar û serokwezîrê û çend berpirsên pile bilind, endamê encûmena wê parêzgehê Mihemed Kemal ji KDP.info re got: “Pêdiçe ku Bexdayê hin tiştên kesî bo Parêzgarê Kerkûkê kiribe, lê bawer nakim tiştekî ji Kerkûkê re bike, ji ber ku wê bixwe ragihandiye ku wê îflas kiriye.”
Mihemed Kemal got jî: “Heta niha Kerkûk bi fermî ser bi Bexdayê ve ye û hemû mûçe û budceya wê ji Bexdayê tê, lewma ji bo hinek karan pêwîste vegerin Bexdayê, lê rastî ew e ku heta niha Bexda pere ji ser Kerkûkê birîne û heqbeşên wê naşîne.”




