25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rizgarbûyên ji dest DAIŞê li derveyî welat çareseriyê werdigrin

Çavkanî: KDP.info

KDP.infor-Dihok- Rêveberê karûbarên êzdiyan li rêveberiya ewqafa Dihokê ragihand ku, belgename bo rizgarbûyên ji dest DAIŞê re tên amadekirin, daku bo mebesta wergirtina çareseriyê bo derveyî welat bên şandin.

Hadî Dubanî taybet ji KDP.info re ragihand ku, kesê ji dest DAIŞê rizgarbûyî dikare serdana wan bike daku piştgiriyek bo wî were drustkirin, ji bo wergirtina çareseriyê li derveyî welat.

Navborî amaje kir ku, rizgarbûyê ji dest DAIŞê bêyî belge mane “lewma Wezareta Navxwe nasname û pasporan bo wan derdixîne.”

Dubanî amaje kir ku, hewldanên xweşkirina jiyana rizgarbûyên ji dest DAIŞê berdewamin û got: “Li gor rêkeftinekê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Elmanyayê de, heta dawiya salê dê 1000 rizgarbûyê ji destê DAIŞê bi mebesta wergirtina çareseriyê bo welatê navborî bên şandin.”
 

Nûçeyên têkildar