26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirinê

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr-Nûnerê PYD li Başûrê Kurdistanê ragihand ku, tevaya çekdarên DAIŞê yên ku derbasî Kobanê bibûn hatin kuştin, niha jî şer li wî bajêrî bidawî bûye.

Pêr Pêncşemê, danê serê sibehê çekdarên DAIŞê ku cilên YPG û şervanên Artêşa Sûriyê ya Azad li xwekiribûn ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kiribûn, li çendîn gund û taxên bajrê jî komujî encamdane.

Xerîb Hiso di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku îro Şemiyê tevaya çekdarên DAIŞê yên ku derbasî nava Kobanê bibûn ji aliyê şervanên YPG û YPJ ve hatin kuştin.

Hiso da zanîn jî ku, niha Kobanê di bin kontrola YPG û YPJ de ye û şer bidawî bûye.

Navborî da zanîn jî ku “ji encama êrîşa hov a terorîstên DAIŞê, 150 welatî şehîd bûn.”

Nûçeyên têkildar