Kemal Kerkûkî: Hêzên Pêşmerge berdewam amade ne

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk – Dûbiz ragihand ku, propagendeya DAIŞê ti bandorê li Hêzên Pêşmerge nake, herwiha da zanîn ku ji tema kargeha bombeyan a DAIŞê hatiye têkbirin, yekcar nema xuya dikin.
Dr. Kemal Kerkûkî, Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk – Dûbiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li hemû eniyên şer di amadebaşiyê de ne û qet guh nadin propagendeyên DAIŞê û bi ti awayî bandorê li wan nake.”
Kerkûkî wiha got: “Çekdarên DAIŞê ev demek e ku hewl didin tevbigerin û ziyanê bigihînin Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge ji wan xafil nebûye û ti derfetê nade wan terorsîstan. DAIŞ bi destê Pêşmerge pişta wê şikestiye û tiştek ji wan nayê. Bi taybetî piştî wan derbeyên mezin ku Pêşmerge li wan dan û moralê wan bi yekcarî têk bir.”
Dr. Kemal Kerkûkî wiha domand: “Ji dema ku kargeha bombeyan ya DAIŞê li Hewîce hatiye teqandin, li hemû eniyên Kerkûkê nemane.”




