26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK-Bakur: Em êrîşa DAIŞ ser Kobanê şermezar dikin û lanetê li çekdarên DAIŞê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê PDK-Bakur Sertaç Bocak di daxuyaniyekê de êrişa çekdarên DAIŞê bo ser Kobanê şermezar kir.


Serokê Platforma Demokatîk a Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bocak di daxuyaiyeke nivîskî de ragihand: “Îro miletê kurd bi xemgînî xebera hêrîşên li Kobanê bihîst. Terorîstên DAIŞê êrîşî Kobanê û çend gundên derdorê kirin. Di van êrîşan de li gor agahiyên medyayê zêdetirî 30 hevwelatiyên sivîl bi destê teroristan hatin şehîdkirin. Hejmara birîndarên Kobanî jî 100 kesan derbas kiriye.”

Sertaç Bocak herwiha dibêje, ew wek PDK-Bakur vê êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser gelê Kobanê bi tundî şermezar dikin û lanetê li çekdarên DAIŞê û hevalbendên wan jî dikin.

Bocak herwiha sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û ji gelê Kobanî re dixwaze û şîfaya xêrê jî ji birîndaran re hêvî dike.

Daxuyanî bi vî awayî dom dike: “Îro, li dijî dijminekî dirinde, hov, nemirov, li dijî teroristên DAIŞê, roj roja parastina gel û piştevaniya şervanên hêzên Kurdî ye. Em hêvîdar in hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji van xeteriyan dersê bigrin û bi zûtirîn demê yekrêziya navxwe durist bikin û mil bi mil li dijî teroristan rawestin, berevaniya gel û welat bikin.”

Nûçeyên têkildar