26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji erd û asmanan li terorîstên DAIŞê didin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Vê şevê li 3 gundên eniya Xazirê ji aliyê Hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend caran navendên terorîstên DAIŞê hatin bordumankirin û gelek ziyanên madî û canî gihîştine wan terorîstan.

Li gorî daxuyaniyeke Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, saet 9:00ê şev Hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî bi çekên giran û bi hevahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li hersê gundên Werdek û Gezkan û Toleban ên eniya Xazirê 5 caran bo moşekan li DAIŞê dan.

Li gorî zaniyariyên hûr ên hewalgîrî û Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî di encama moşekbaran ser navendên DAIŞê de li serê gundan, ziyaneke madî û canî mezin gihîştine wan terorîstan.
 

Nûçeyên têkildar